Ji Mîdyadê ji herêma erdhejê re alîkarîya sobe û êzingan

Di çarçoveya alîkarîya ji herêma erdhejê re a Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman de bi navbeynkarîya Karwana Hêvîyê yê Mîdyadê 18 ton êzing û 135 sobe hatin şîyandin.
Sazîyên alîkarîyê ya însanî Karwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Avrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRAR li herêma erdheja ku felaketek li wê derê hat jîyandin xebatên xwe didomînin.
Li Mîdyadê jî ji bona ku lazimatîyên herêmê bên dîtin di vê sar û qeşayê de êzing û sobe hatin amadekirin û ji herêmê re hatin şîyandin.
Ji rayedarên Karwana Hêvîyê yê Mîdyadê derheqê xebatê te agahîyan da û weha axivî:
“Xwed Teala rehma xwe li hemû mirîyan bike û hemû ehlê musîbetê bike. Înşallah em tevde bighêjin selametîyê û ji ev barê musîbetê xelas bibin. Xwedê ji me hemûyan re bike ders û îbret Înşeallah. Xwedê sehlekî û rehetîyekî bide me.
Ev afada ku li ser milletê me de hatîye em pê gelek xemgîn bûne û li ber ketine. Li Mîdyadê jî birayên me yên xêrxwaz ji bona ku milletê me yên li wê derê ji sermayê necemidin û serma negirin lazimatîya êzing û sobayê amade kirîye û bûne alîkar. Ev tira ku em îşev bişînin xort hatine alîyê me dikin. Em ê vê tirê bar bikin û ji Mereşê re bişînin. Me berîya ev tirê jî ji Semsûrê re şîyandibû û pîqabekî jî ji Meletîyê re şîyandibû. Dîsa me tirekî jî ji Mereşê re şîyandibû. Ji ber ku Mereş gelek sar e ji me êzing û sobeyê xwestin. Me jî ji bona wan û konên wan sobeyan çêkir. Me îro jî 135 sobe anîtîye li vê derê û 18 ton jî êzing amade kirîye. Me tev barê tirê kir û Înşaallah ew ê bi rê bikeve. Xwedê Teala ji we tevde razî bibe. Yê ku bûye sebep yê ku ev karê organîze kirine û yên ku alîyê me kirine an jî pere daye alîkarîyê kirine ji hemûyan razî bibe. Karwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Avrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRAR kareke û emegeke mezin didin. Em tev ji wan memnûn in û Xwedê jî ji wan memnûn be.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Platforma Nesla Qur’anê li Êlihê li hember şewitandina Qur’ana Pîroz bi şîara “Xwedî li Qur’anê Derkeve” mîtîngek tertîp kir, mirovên ku beşdarî mîtîngê bûn jî ramanên xwe anîtin ziman.
Mamosteyê Edebîyat û Zimanê Erep Mele Muhammed Suleyman Omer derheqê mihacirtî û ensartîyê de axavtinek kir û bal kişand ku em jî wek ensaran xwedî li mihacirên xwe derkevin.
Weqfa Evîndarên Pêxember ku meha mijdarê wek meha eshabîyan îlan kiriye dê li Diyarbekirê merasîmekê li dar bixe.
Pisporê Zanyarê Sîyaseta Navneteweyî Prof. Dr. Abdullah Kiran, di nirxandina xwe ya ku derheqê meseleya Kurd de, got ku miletên din xwediyê çibin Kurd jî wê yekê dixwazin.