Erdhejzedeyan Remezanê nirxandin

Erdhejzede yên li Semsûr'ê ku birînên 2 erdhejên ku 6ê Sibatê li Mereş'ê saet 04:17'an de 7.7 û di heman rojê 7.6'an de pêk hatin dipêçin, hewl didin meha Remezanê bi awayekî herî baş derbas bikin.
Bi çadirên fitarê yên ku ji teref Karwana Hevîyê ve hatina damezrandin him xweşikîyên meha Remezanê him jî derfet fitarê tê dayîn.
Saîd Tanriverdî derheqê meha Remezanê de got ku, "Ji mervên 18 kes di erdhejan de mirin. Em aniha di nava meha Remezanê de ne û Remezan xweş derbas dibe. Tu kes birçî namîne. Em spas ji sazîyên alikarîyê yên vir dikin ku me tenê nahêlin. Piştî keraseta mezin Semsûrek nema. Ez rehmê ji Xwedê ji bo birayên minî ku di erdhejê de wefat kirine dixwazim."
"Li Semsûr'ê kerasetek mezin pêk hat"
Emîn Dolan van îfadeyan bi kar anî, "Li Semsûr'ê kerasetek mezin pêk hat. Xwedê careke din wan rojan rê me nede. Em di nava meha Remezanê ne. Xwedê ji van sazîyên alikarîyê razî be. Erdhejzede li vir difitirin. Paşîv jî tê îkram kirin. Kesên erdhejzede lazimîyên ji xeyrî van jî distînin û dibin. Hemd ji Xwedê re meha Remezanê xweş derbas dibe. Ev meh, meha bexşandin, efû û mexfîretê ye. Gerek di ve mehê de alikarî û parî kirin li hev bê kirin. 25 mervên min di erdhejan de wefat kirin. Hêj jî kesên Li kon û li vir benda alîkariyê ne hene. Xwedê alikarîya me hemûyan bike."
"Ji Rebbê me hat"
Galîp Bîlgîn'ê erdhejzede dibêje ku ji ber bandora erdhejê hê jî di rewşe ke xerabin û gotinên xwe werê domand:
"Bandora erdhejê berdewam e. 4 nevîyê metka min û merivek min di erdhejê de mirin. Xwedê rehmê li giştikan bike. Ji ber ku ev keraset ji teref Rebbê me hatiye em nikarin tu tiştek bibêjîn. Xwedê careke din wan rojan rê me nede. Ez nikarim ji xeyrî Laîlahe îllallah Muhammed Resûllulah tu tuştekî bêjim.
Ramazan Er
Ramazan Erê ku ji erdhejê xilas bû ye diyar kir ku ew rojî digire lê ji ber ku li nêzî mala wî mizgefteke sexlem tuneye nikare biçe nimêja terewiyê. Ramazan Er, di gotinên xwe de wilo dewam kir. "Ji ber ku mizgefteke nêzî me tuneye ez limêjên terawîhê nikarim li mizgeftekî bikim. Lê şikr ku ez rojîya xwe digirim û 5 wext limêja xwe dikim. Ji nasên min 5 kes wefat kirin. Pîreka bîrê min, keça w, û mervên min wefat kirin. Li gundê me ji 100'î bêhtîr wefat heye. Ji ber ku ev keraset ji teref Rebbê me hatiye em nikarin tu tiştek bibêjîn. Ji ber meha Remezanê li her der û dorê xwarin tên belavkirin. Xwedê ji wan razî be."
"Pîrek û zarokên min mirin"
Yusuf Benlî yê ji erdhejzedeyane jî diyar kir ku tevî wefata xanim û zarokên xwe hê jî hewl dide erka xwe ya ebdî pêk bîne, Benlî di gotinên xwe de werê dewam kir, "Hemd ji Xwedê re Remezan xweş derbas dibe. Giştik Malbata min wefat kir. Jin û zarokên min hemû wefat kirin. Ji ber ku tenê mam e û tu cih tuneye ku biçim li mizgeftê dimînim. Ji bo me Remezan bi vî şiklî derbas dibe. Xwedê ji van sazîyên xêrê razî be. Tu tiştek ku ez bêjim tune ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama operasyona ku li Afyonkarahîsarê li dijî tiryakfiroşan hat lidarxistin de 112 kes hatin binçavkirin.
Di nav van 2 rojên dawî de li Trabzonê kesên faşîst û nîjadperest êrîşî HUDA PARê kirin ku ew kesên di pey van êrîşan de xwe yek bi yek îfşa kirin.
Li Susurluka navçeya Balikesîrê otobusa tûrê ku xwendekar tê de bûn li tirê qelibî.
Qedexeyên hilbijartinê yên ku ji teref Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve hatine diyarkirin dest pê kirin.