Mela Enver Kiliçarslanê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê yê ku bi minasebeta Cejna Remezanê daxuyanî belav kir peyamên girîng da.

Kiliçarslan di daxuyaniya xwe de Cejna Remezanê li temamê ummeta Îslamê pîroz kir û xwest ku ev cejn bibe wesîleya yekîtî û hevgirtina Mislimanan û xilasbûna ji zilma kafiran.
Kiliçarslan, anî ziman ku cejn ji bo Mislimanan rojên şahiyê ne û destnîşan kir ku divê dawî li hêrsbûnê bê û xizm û nasan ziyaret bê kirin.
"Ez ji Xwedê dixwazim ku gelê mezlûm ji zulma kafiran xilas bike"
Kiliçarslan diyar kir ku ew Cejna Remezanê ya temamê ummeta Îslamê pîroz dike û wiha got: "Ez cejna Filistîn, Afganîstan û hemû mezlûm û kesên di bin zilmê de ne pîroz dikim. Hêvî dikim ku Xweda gelê mezlûm di zûtirîn dem de ji zulma kafiran rizgar bike. Ez ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bi minasebeta Cejna Remezanê yekîtî û hevgirtina Mislimanan pêk bîne.”
"Xwedê tu carî dijminên Îslamê neke serokê me"
Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir: “ Bila Rebbê min Mislimanan li hember dijminên wan bi ser bixîne. Xwedê qet cihû, xiristiyan, sosyalîst û komunîst, dijminên Îslamê, neke serokên misilmanan. Ez yekitiya Mislimanan dixwazim.Ez ji Xwedê dixwazim ku wan li ser kafiran bike serwer û hukumran. Ez ji Rebbê xwe dua dikim ku zaferê bide Mislimanan. Xweda tu carî firsetê nede kesên ku li dijî Îslamê û nirxên wê şer dikin. Ez hêvî dikim ku ummeta Îslamê li hember dijminên xwe bi ser bikeve. Hêvî dikim ku Misliman li her derê cîhanê, bi taybetî jî li Tirkiyeyê desthilatdariyê bikin.”
Kiliçarslan di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, divê ew kesên ku ji hev xeyidîne divê li hev werin û hevdu ziyaret bikin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama operasyona ku li Afyonkarahîsarê li dijî tiryakfiroşan hat lidarxistin de 112 kes hatin binçavkirin.
Di nav van 2 rojên dawî de li Trabzonê kesên faşîst û nîjadperest êrîşî HUDA PARê kirin ku ew kesên di pey van êrîşan de xwe yek bi yek îfşa kirin.
Li Susurluka navçeya Balikesîrê otobusa tûrê ku xwendekar tê de bûn li tirê qelibî.
Qedexeyên hilbijartinê yên ku ji teref Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve hatine diyarkirin dest pê kirin.