Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Hedefa sereke ya CHP û ÎYÎ Partî vegerîna salên 90î ye

Şehmus Tanrikuluyê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê CHP û ÎYÎ Partîya ku bi gotinên xwe yên nîjadperest derdikevin pêş û di van rojên dawî de HUDA PARê kirine hedefa xwe de daxuyanî da.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şehmus Tanrikulu di daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Ger ew bloka ku CHP û ÎYÎ Partî di nav de ye hilbijartinan qezenc bike ew ê rojên zor û zehmet derkevin pêşîya Kurdan.Lewra hedefa sereke ya CHP û ÎYÎ Partî vegerîna salên 90î ye.”
Tanrikulu di berdewama nirxandina ku kir de destnîşan kir, ger HUDA PAR bikeve meclîsê ew ê ji bo çareserîya meseleya Kurd bixebitin û got: “Em ê wê demê hewl bidin û her çi ji destên me bê bikin da ku hebûna Kurdan ji hêla makeqanûnê ve bê nasîn.”
“Hedefa sereke ya CHP û ÎYÎ Partî vegerîna salên 90î ye”
Tanrikulu di dawîya axavtina xwe de derheqê îhtîmala hilbijartina Kiliçdaroglu de jî nirxandinan kir û got: “ Ger Kiliçdaroglu bê hilbijartin ew ê rojên nexweş derkevin pêşîya Kurdan. Lewra ew bloka ku CHP û ÎYÎ Partî di nav de ye heqaretan li Kurdan dikin, Kurdan biçûk dibînin û di warê meseleya Kurd de di gavekî navêjin. Ji ber vê yekê ger em naxwazin ev herêm vegerê wan salên 90î divê gelê me yê Kurd destekê nedin wan. Lewra hedefa sereke ya CHP û ÎYÎ Partî vegerîna salên 90î ye.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê êrîşa ku doh li partîya wan hat kirin de daxuyanîyek belav kir.
Doh li Trabzonê komekî nijadperest cardin êrîş bir li ser endamên HUDA PARê yên ku stand vekiribûn.
Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu di daxuyanîya ku belav kir de bang li Kurdan kir da ku ew fersendê nedin emperyal û faşîstan. Tanrikulu her wisa di daxuyanîya xwe de bang li Kurdan kir da ku haya xwe ji xwe bikin û bila 6-8ê Cotmehê yên nû pêk neyên.
HUDA PARê derheqê êrîşa çekdarî ya ku li Mêrsînê hat kirin de daxuyanî da.