Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em ê dîsa sikûneta xwe muhafeze bikin

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê êrîşa ku doh li partîya wan hat kirin de daxuyanîyek belav kir.
Yapicioglu di bernameyeke zindî ya ku hat kirin de wê êrîşa nîjadperest û faşîst a ku doh li Trabzonê li endamên wan hat kirin nirxand.
Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir, berî êrîşa dawî bi rojekê ji bo rageşî zêde nebe endamên wan standa xwe berhev kirine û doh jî cardin standa xwe vekirine. Yapicioglu dûre wiha li nirxandina xwe zêde kir: “ Lê belê hinek provakator bi agahîyên derew û nerast însanan li wê derê top kirin û bûn asteng ku em siyasetê bikin. Ev yek ji hêla qanûnî ve sûc e. Ji teref hevalên me ve hat tespîtkirin ku di nav vê provakasyonê de CHP, Zafer Partîsî û ÎYÎ Partî heye. Ew ê li ber hiqûqê hesabêvê yekê ji wan bê pirsîn. Em ê dîsa wek her car sikûneta xwe muhafeze bikin.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Doh li Trabzonê komekî nijadperest cardin êrîş bir li ser endamên HUDA PARê yên ku stand vekiribûn.
Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu di daxuyanîya ku belav kir de bang li Kurdan kir da ku ew fersendê nedin emperyal û faşîstan. Tanrikulu her wisa di daxuyanîya xwe de bang li Kurdan kir da ku haya xwe ji xwe bikin û bila 6-8ê Cotmehê yên nû pêk neyên.
HUDA PARê derheqê êrîşa çekdarî ya ku li Mêrsînê hat kirin de daxuyanî da.